Skip to product information
1 of 1

Sel Yayıncılık

Hawara Dıcleye - I

Hawara Dıcleye - I

Regular price £10.00 GBP
Regular price Sale price £10.00 GBP
Sale Sold out
Taxes included. Shipping calculated at checkout.

Romana Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye. Hîm û bingeha romanê ji dengên berê yên ku di nava rûpelên tarîxê de veşartî ne hatiye pê. Qehremanê romanê Biroyê Dengbêj, dibe dengê jibîrbûyiyan. Peywira sereketirîn a vebêjê vê vegotina dûr û dirêj, vegera li rabirdûyê ye, dengê do û îro digihîne hevûdu û bêyî ku raweste çêlê lê dike. Herweha ev roman, vegotineke modern a wekî pireke ku di navbera paşeroj û pêşerojê de hatibe avakirin e. Biroyê Dirêj, wezîfeya bîra civakî bi cih tîne û serbûriyên ku jiyaye bi îro, bi guhdar û herwekî ku tê zanîn bi xwendevanan digihîne. Umirê Biroyê ku êdî li pey maye, şahidî û çavdêriya komkujiyan, jihevûduveqetînan, welatê xerîban û têkçûyinan dike. Bi çêlkirina vê vegotinê, heçku Biroyê Dengbêj dîsa bi Mîr, Heme, Gulîzer, Migo, Armê, Mam Sefo û evîndara xwe Esterê re ji nû ve bijî.Tanıtım Metni

View full details